Kamûran Berwarî: Peyama birêz Bayik xwedî girîngiyek neteweyî û mirovî ye

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik gotibû: ”Ger îradeyek bi hêz hebe, di asta dewleta Tirk û civaka navneteweyî de, em jî ji bo çareseriya aştiyane amade ne.” Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî li ser vê peyamê got: ”Peyama birêz Bayik xwedî giringiyek siyasî, neteweyî, mirovî û demokratîke.” 

Erdheja ku çêbû gelek bandor li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê kir.

Piştî vê karesetê, KCK’ê li bakurê Kurdistan biryara rawestandina hemû çalakiyên xwe yên leşkerî da.

Her wiha Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke nû ya xwe de wiha gotibû:

”Ger îradeyek bi hêz hebe, di asta dewleta Tirk û civaka navneteweyî de, em jî ji bo çareseriya aştiyane amade ne.”

Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî derbarê vê mijarê de ji ROJNEWS’ê re axivî û ev tişt anî ziman:

“Peyama birêz Cemîl Bayik xwedî giringiyek siyasî, neteweyî, mirovî û demokratîke.

Ev peyam dikare ji bo tevahî Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistan û Tirkiyê, bibe bingeha jiyan, siyaset û stratejiyek nû.

Ger Tirkiye bixwaze ji şer û kuştinan rizgar bibe, pêwîste bersiva bangawaziya birêz Cemîl Bayik bide.”

”Divê partiyên Başûr peywendiyê bi Qendîlê re bidomînin”

Berwarî behsa rola Amerîka û welatên NATO’yê di pêkanîna bangawaziya birêz Cemîl Bayik de kir û wiha dewam kir:

Ger ku li Rojhilata Navîn aramî û aştiyê bixwazin, divê hevkariya KCK, gerîla û Tevgera Azadiyê bikin.

Ji ber ku Kurd kilîta herêmê ye, bê Kurdan ne şer çêdibe ne jî aştî.

Aştiya li Bakurê Kurdistan û beşên din yên Kurdistanê, ji bo Başûrê Kurdistanê giringiya xwe heye.

Çarenûs û pêşeroja herêm, hikûmet û partiyên siyasî yên li Başûr bi PKK, KCK û Tevgera Azadiyê ve girêdayî ye.

Ji ber wê divê ji beriya her kesê birêz Mesud Barzanî, Bafil Talebanî û serokwezîrê Başûr peywendiyên li gel Qendîlê dewam bikin.”

Back to top button