YJK li Elmanyayê em bi xurtî tevlî meşa 11’ê Çileyê bibin

YJK-Elmanyayê bi munasebeta Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kir ku bi daxwaza edaletê di 11’ê Çilê de tevlî meşa li Parîsê bibin û ji kûjêrên komkujiyê hesab bipirsin.

Yekîtina Jinên Kurd a li Elmanyayê-TJK bi munasebeta 7. salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Cotmeha 2013’an de li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hatibû daxuyaniyek da û her sê şoreşger bibîranî.

YJK-E rola Fransa ya di ronîkirina komkujiyê de bibîrxist û destnîşan kir ku li ser komkujiyê 7 sal derbas bûn, lê heta niha komkujî nehatiye ronîkirin û ji kujêran hesab nehatiye pirsîn.

Yekîtiya Jinên Kurd anî ziman ku ew ê bi her awayî xwedî li mîrasê têkoşîna her sê jinên şoreşger derkevin û weha got:

“Hevrê Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe wê her tim bibe rêbera têkoşîna azadiya jinê. Rojbîn bi enerjiya xwe ya jiyanê, Leyla wê bi coşa xwe ya ciwanan wê ji me re bibin mîsogeriya serketinê.”

YJK-E di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ê di 11’ê Çileyê de li Parîsê kom bibin û bang li hemû jinan kir ku tevlî meşê bibin û ji bo edaletê hesab ji kujêran bipirsin.

Leave a Reply

Back to top button