Komîteya Perwerda û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a şaxê Helebê 12 hezar û 917 xwendekar li ser 8 dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê belav kirin.
Ji ber ku çeteyên dewleta Tirk di salên 2013`an û 2016`an de li Helebê êrîşî dibistanan kirin û rûxandin, niha gelek tax bê dibistan in.
Ji ber vê yekê dibistanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her sal bi hezaran xwendekar pêşwazî dikin.
Di sala 2019`an Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk KPC-D, 12 hezar û 917 xwendekar li 8 dibistanan belav kir.
Ji ber hejmara zêde ya xwendekaran û kêmbûna dibistanan, li her dibistanekê du dan perwerde tê dayîn.
Endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Hêvîn Abdo diyar kir ku li her refekî hejmara xwendekaran ji 55`an heta 70 kesî ye û ji ber hejmara xwendekaran zêde ye, 4 xwendekar di daniştekekê de û hin jî li ser kursiyan rûdinin.