Şêxê eşîra El-Elî Tirkî El-Mendîl: QSD’ê zarokên me ne û li dijî êrîşan xaka me diparêzin

Şêxê eşîra El-Elî û Berdevkê Fermî yê Qebîleya Cibûr ya li Sûriyê li dijî hewldanên belavkirina fitneyê ya di navbera pêkhateyên herêmê de nerazîbûn nîşan da. Şêx Tirkî El-Mendîl got, “Bedel her çi be, em ê piştgirî bidin QSD’ê.” 

Şêx Tirkî El-Mendîl di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de rola mezin a QSD’ê bibîrxist û got:

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ji zarokên me, ji zarokên pêkhateyên herêmê pêk tê. Bi keda wan herêm ji terorê û DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Weke eşîreyên Ereb bi teqezî em zarokên xwe QSD’ê re ne. Zarokên me rêya rast hilbijartin û berdêl çi dibe bila bibe em amade ne.

El-Mendîl destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk bû sedema astengkirina pergala ewlehiya herêmê û got, “Divê êrîş bên rawestandin.”

Şêxê eşîra El-Elî û Berdevkê Meclisa Qebîla Cibûr ji bo dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê were derxistin, banga diyalogê li aliyên Sûriyan kir.

Leave a Reply

Back to top button