Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê civîna xwe ya salane li bajarê Reqayê lidar xist.
Di civînê de kar û Xebatên Meclîsê hat niqaşkirin. Her wiha behsa rola jinan ya di qada siyaset û di nava civkadê de hat kirin.Jinên beşdarî civînê bûn gotin,Ji bo jin bighêjin azadiya xwe û pirsgirêkên heyî derbas bikin divê bi awayekî xurtir têkoşînê bikin.

Di bin dirûşmeya “Bi têkoşîna jina azad em ê edaleta civakî misoger bikin” Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê 6’emîn civîna xwe ya salane li bajarê Reqayê lidar xist.

Di civînê de perspektîfên rêber Abdulah Ocalan ûRapora kar û xebatên salê ya Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê hat xwendin.

Her wiha rewşa siyasî ya li herêmê û rewşa jinan hat niqaşkirin.

Beşdaran têkoşîn û berxwedana jinan nîqaş kirin û gotin, gelek jinan ji zihniyeta mêr-serwer êş kişandine.

Herî dawî jî li ser çawaniya derbaskirina van zehmetiyan pêşniyar hatin kirin.

Jiyan Dêrik: Li Rojhilata Navîn jin xwedî dîrokeke dirêj ya berxwedanê ne

Endama Meclisa Kombûna Jinan ya Zenûbiya Jiyan Dêrik di civînê de axivî, balkişand ser rewaş jinan ya li Rojhilata Navîn û got:

“Li Rojhilata Navîn jin xwedî dîrokeke dirêj ya berxwedanê ne.

Heta niha jî li seranserî cîhanê jin bi dirûşmeya ” Jin, Jiyan, Azadî” ji bo mafê xwe têdikoşin.

Ji ber vê jî rojane jin dibin hedefa hêzên desthilatdar.

Mînaka her dawî jî şehîdkirina Zelal Zagros e.”

Elîf Şêx Mihemed: Ev civîn ji bo niqaşkirina rewşa jinan girîng e

Dozgera Dîwana Edaletê ya Reqa Elîf Şêx Mihemed derbarê niqaşên di civînê de hatine kirin axivî.

Emîra Hemo: Me di nava salekê de gelek pirsgirêkên jinan çareser kirin

Endama Meclisa Edaleta Civakî Emîra Hemo jî têkildarî xebatên salê yên Meclisa Edaletê de axivî û diyar kir ku wan li Reqa û Tebqayê gelek pirsgirêkên jinan çareser kirine.

Back to top button