Hisên Kenanî: êrişa Silêmaniyê binpêkirina qanûnên navneteweyî

Lêkolîner û akademîsyenên Iraqî diyar kir ku êrişa li balafirgeha Silêmaniyê binpêkirina serweriya Iraqê ye ..
Kesayetan destnîşan kirin ku hevgirtina gelan rêbaza herî guncaw ji bo rêgirtina li sûcên dewleta Tirk e..

7`ê Nîsanê droneke biçek a dewleta Tirk a dagirker êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê kir.

Êriş hemwextî derbasbûna karwanê fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û efserên amerîkî yên pê re, pêk hat.

Piştî êrişê, gelek partî û hêzên iraqî û Kurd bertek nîşan dan.

Serokê Tora El Hedef a analîzên siyasî Hisên Kenanî têkildarî mijarê axivî..

Hisên Kenanî diyar kir KU Tiştê ku Tirkiyê kiriye binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye..

Ev êriş binpêkirina hemû lihevkirinên di çarçoveya têkiliyên navneteweyî de ye.

Binpêkirina serweriya Iraqê û rêzgirtina di navbera dewletên cîran de ye.

Ji lew re, divê dewleta Tirk ji ber vî sûcî were şermezarkirin.

Şermezarkirina vê êrişê girîng e, ji bo ku neyê rewakirin û dubare nebe.

Kenanî tekez kir ku tenê şermezarkirin jî têrê nake û got:

Divê hemû rêbazên qanûnî û destûrî û rêbazên zextê yên din ji aliyê hikumeta Iraqê ve bikevin meriyetê.

Da ku sînorek ji van binpêkirinên nayên qebûlkirin re, bê danîn.”

Cewad El Beydanî: Bi hevgirtina gelan dê rê li ber Tirkiyeyê bê girtin

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El Beydanî jî bi heman armancê axivî..

Dr. Cewad diyar kir ku tiştê tê xwestin, hevgirtin û balkişandina ser bûyer û geşedanan e ..

Ev bûyer û geşedan di radeya yekemîn de zirarê didin pergala modern a cîhanê.

Bi taybet cîhana rojavayî.

Lazime gel hevgirtî be , planên dewleta Tirk teşhîr bikin ,ev yek rêbaza herî guncaw a balkişandina ser bûyerê ye..

Back to top button