Fêsel El-Miqdad piştî 12 salan diçe Siûdiyê

Ji sala 2011’an ve, cara yekem Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Şamê diçe Siûdiyê.

Li gorî ragihandina fermî ya Hikûmeta Şamê, wezîrê karên derve yê Hikûmeta Şamê duh gihaşt Eribistana Siûdî.

Wezareta Karê Derve ya Siûdiyê eşkere kir ku dê li gel El-Miqdad mijarên wekî awayê çareserkirina aloziya Sûriyê, hêsankirina vegera koçberan û gihandina alîkariyên mirovî bo herêmên ziyandîtî li Sûriyê.

Ev serdana Miqdad berî du rojan ji Iraq, Misir, Urdin û welatên meclisa hevkariya kendavî pêk tê ku dê roja înê were lidarxistin.

Li gor agahiyan, wê di civînê de, vegerandina Sûriyê bo komkara erebî were nîqaşkirin.

Reutersê jî ragihand ku Siûdiyê xwe amade dike da Sûriyê vexwîne civîna komkara Erebî ya 19’ê Gulanê.

Back to top button