Li Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin

Li Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê gel û rêxistina HDP’ê a li Hewlêrê di nava seferberiyê dene. Her wiha hunermend û çalakvanan bang li her kesê kirin ku bi şêwayek çalak tevlî van kampanyayên alîkariyê bibin.

Ji bo mexdûrên erdhejê li Başûrê Kurdistanê komkirina alîkariyê didome.

Li bajarokê Kifrî yê Germiyanê ji bo mexdûrên erdhejê ev sê roj in alîkarî tê komkirin.

Hunermendên Hewlêrê: Divê her kes alîkariya mexdûrên erdhejê bike

Hunermendên Hewlêrê jî banga tevlîbûna kampanyayên alîkariyê kirin.

Hunermend Eyam Ekrem bi riya Rojnews’ê ev peyam da: “Pêwîste welatiyên Başûrê Kurdistanê û Kurdên seranserî cîhanê li gorî hêza xwe alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.”

Hunermend Xelîl Yabe jî ji tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê xwest ku yekîtî û yekdengiyê erka xwe ya neteweyî bîbînin.

Her wiha jinên Germiyanê ku cihê xwe di nava kampanyayan de girtine, banga piştevaniyê kirin.

Koordînatorê Kampanya Hana: Asayîşa Silêmaniyê rê nade alîkariyê kom bikin!

Kampanya Hana ya bi însiyatîfa komek çalakger, siyasetmedar û xwebexşan pêktê, li navenda rewşenbîrî ya Cemal Îrfan ya Silêmaniyê kampanya alîkariyê ragihandibûn.

Kampanya rastî eleqeyeke mezin a welatiyên Silêmaniyê dihat.

Lê ji duh ve asayîş bi bahaneya ku destûr ne hatiye girtin, astengî ji komkirina alîkariyê re derdixe.

Li gorî agahiyên koordînatorê kampanyaya Hana, Asayîş rê nade alîkarî bigihin wan û dixwazin dawî li komkirina alîkariyan bîne.

Alîkarî li Helebceyê hat komkirin

Li Helebceyê jî kampanyaya alîkariyê ku hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Waliyê Helebce Azad Tewfîq ji bo dayîna alîkariyê spasiya xelkê herêmê kir.

Back to top button