Koçberên kampên Şehba 500 malbatên din ji Helebê pêşwazî kirin

500 malbatên din ên mexdûrên erdhejê ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihaştin kantona Şehbayê. Xebatên rêveberiya Xweser yên alîkariyê jî didomin.

Dîmenê koçberên ji şehba bidin yên beriya niha di girupê de hatine şandin.

Îro hefteyek, di ser erdhejê re derbas dibe.

Koçberên li Şehbayê ku di nava dorpêçê de ne, mexdûrên erdhejê yên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hembêz dikin.

Koçberên li kampan îro jî 500 malbat pêşwazîkirin, bi vî awayî hejmara malbatên ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê koçberî Şehbayê bûne, bûye 3 hezar malbat.

Hikumeta Şamê belavkarên dermanan li Helebê binçav kirin

Li aliyê din li şûna ku hikumeta Şamê alîkariyê pêşkêş bike, kesên ku derman belav dikin binçav dike.

Li gorî agahiyan, li Helebê hêzên hikumeta Şamê hejmarek belavkarên dermanan bi buhaneya ku derman dibirin Şehbaya dorpêçkirî, binçav kirin.

Her wiha deriyên hin depoyên dermanan hatin mohr-kirin.

Hikuemta Şamê dorpêça li ser Şehba û taxên Helebê didomîne

Ji ber van kiryarên hikumeta Şamê û Dorpêçê, koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi hêrsin.

Çavkaniyekî nêzî Rêveberiya Kantona Şehbayê diyar kir ku xelkê ku li Şehba dimîne ji dorpêçê bêzar bûne û nexasim bi hatina malbatên mexdûrên erdhejê re.

Heman çavkanî eşkere dike ku eger dorpêça hikumeta Şamê dewam bike, dibe ku sibê xwepêşandaneke mezin bê lidarxistin.

Şam alîkariyên Rêveberiya Xweser ji bo gelê Sûriyê asteng dik

Rayedarên hikûmeta Şamê bi xwe banga alîkariyê kiribû û diyar kiribû ku divê tu kes siyasî nêzî nebe, dorpêça li ser Sûriyê rabe da ku alîkarî bên kirin.

Her wiha Gerînendeyê Difa Medenî ya girêdayî hikumeta Şamê jî axivî bû û gotibû: “Kêmbûna sotemeniyê bandor kir ku em dereng bigihêjin qurbaniyan û ji bin kevilan derxin.

Aliyên van daxuyaniyan didin, bixwe alîkariyên Rêveberiya Xweser asteng dikin.

100 tankerên mazotê yên ku Rêbeveberiya Xweser şandine, ji ber astengiyên Şamê, nikarin derbas bibin.

Kamyonên barkirî li deriyê El-Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên hikumeta Şamê de hatin astengkirin.

50 kamyonên mazot û alîkariyê jî, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine astengkirin.

Hikumeta Şamê ji bo rêdana alîkarî derbasî Şehba bibe 70 ji sedî ji xwe re dixwaze

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Kantona Şehba hatine girtin, berpirsên ji Hikûmeta Şamê bazara alîkariyê kiriye û gotine: “Eger hun ji sedî 70’ê van alîkariya bidin me, em ê destura derbaskirinê bidin.

Ji xwe Rêveberiya Xweser alîkariyê ji bo tevahiya herêmên di kontrola Hikûmeta Şamê û herêmên dagirkirî re jî dişîne.

Lewma rêveberiya xweser diyar dike ku ew tu wateyê nadin van bazaran.

Alîkariyên ji bo bakur û rojavayê Sûriyê hatine astengkirin

Bi armanca derbaskirina alîkariyên Rêveberiya Xweser ji bo herêmên dagirkirî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeyeke navbeynkar re hevdîtin kir.

Nûnerekî Rêveberiya Xweser anî ziman ku şandeya navbeynkar agahî da Rêveberiya Xweser ku ew alîkariyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve yên ji bo herêmên dagirkirî tên pêşkêşkirin, red dikin.

Back to top button