TAJÊ têkildarî kiryarên PDK’ê yên li dijî jinên Êzidî hişyarî da

Ji sala 2014’an ve gelê Êzidî ji ber fermanê ji cîh û warên xwe derketin û li kampên Başûrê Kurdistanê bicîh bûn.
Heta niha li Kampan gelek jinên Êzidî hatine revandin. Herî dawî 2 jinên ciwan hatin revandin.
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ diyar kir ku Kiryarên PDK’ê ji yên DAÎŞ’ê ne cudatir e.

Ji sala 2014’an û vir ve beşeke mezin a gelê Şengalê li kampên li bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê mîna dîlgirtiyan têne hiştin.

Li van kampan, li gel şewitandina konan heta niha bi dehan jinên Êzidî hatin revandin û destdirêjî li gelekan hate kirin.

Herî dawî jî 2 jinên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê hatibûn revandin û çarenûsa wan nediyar e.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ têkîldarî vê yekê daxuyaniyek da.

TAJÊ destnîşan kir ku li ser mirovên li kampan siyaseteke qirêj tê meşandin û got:

TAJÊ: PDK’e li hemberî jinên Êzidî siyaseteke xirab dimeşîne

“PDK li hemberî jinên Êzidî siyaseteke bi xerabî dimeşîne..

Wan ji çand, bawerî û exlaqa wan dûr dixîne.

Herî dawî jî 2 jin hatin revandin.

Ev nêzîkatiyên li hemberî jin û civaka Êzidî tê kirin gelekî xetere..

Em bang li welatiyên li kampan dimînin dikin ku vegerin warê xwe û ji van kiryarên qirkirinê rizgar bibin.”

Back to top button