Bi boneya Hefteya Lehengiyê li gelek deveran çalaki têne li dar xistin. Şêniyên kantona Hesekê û Dirbêsiyê, ji bo salvegera Hefteya Lehengiyê û bîranîna şehîdan çalakiyên cuda li dar xistin.
Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Lehengiyê de, li bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê çalakiyên cuda hatin li dar xistin.
Dayikên Aştiyê li bajarê Hesekê li goristana Şehîd Dijwar daxuyaniyek dan.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed daxuyanî xwend û got:
“Meşeleya ku Mezlûm Dogan li dijî zilma li girtîgeha Amedê de vêxist, li hemû Kurdistanê belav bû.”
Di berdewama daxuyaniyê de dayikan bang li dayikên şehîdan ên li Kurdistanê û cîhanê kir ku li dijî zilm û zordariyê bisekinin û bang li desthilata Başûr kir ku dev ji hevakriya bi dewleta Tirk re berde.
Dawiyê de dayikên aştiyê anîn ziman ku heta misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê têkoşnê bidomînin.
Di dawiyê de, sînevîsyonek hate pêşandan.
Bi heman boneyê PYD’ê li bajarokê El-Xenamiyê ya kantona Hesekê, semînerek ji şêniyên navçeyê re li dar xist.
Endamê PYD`ê Ebdulwehab Xelef di semînerê de, îşaret bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker kir û got:
“Di girtîgeha Amedê de sûc û hovîtî li dijî kadroyên PKK`ê hatin pêkanîn, da ku vîn û moralên wan bê şikandin.
Li Mezlûm Dogan 21`ê Adara 1982`yan agir berda bedena xwe û careke din meşeleya Newrozê vêxist.