Li Iraqê hêrsa li dijî dagirkeriyê zêde dibe

Li Iraqê jî gelek aliyên sîyasî û derdorên din li ber dagirkeriya dewleta Tirk radibin. Siyasetmedarên Iraqî êrişa dewleta Tirk weke gaveke xeter bi nav dikin û dibêjin ew destwerdana li xaka Iraqê qebûl nakin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya bi piştgiriya PDK’ê, li Iraqê nerazîbûn her diçe zêde dibin.

Siyasetmedarên Iraqî li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn û xwestin rêz ji serweriya welat re bê girtin.

Ofîsa Ragihandinê ya Wezîrê Karên Derve ya Iraqê Fuad Hisên derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, Fuad Hisên ji welatên cîran ên Iraqê xwestiye, rêz li pîvanên cîrantiyê bigrin û xwe ji tevgerên leşkerî ên ku bandorê li ser xweza û peywendiyan dikin, dûrbixin.

Eyad Elawî: Destwerdana Tirkiyê nayê qebûlkirin

Serokê Hevpeymana Nîştimanî ya Iraqê Eyad Elawî jî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê, peyamek li ser hesabê xwe yê twîterê da.

Eyad Elawî di peyama xwe de dibêje, dewamkirina destwerdana Tirkiyê, pêvajoyek xetere û divê neyê qebûlkirin.

Parlementoya Iraqê wê têkildarî êrişan bang li Wezîrê Derve bike

Parlamentoya Iraqê wê têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê bang li Wezîrê Derve yê Iraqê bike.

Endamê Lijneya Peywendiyên ê Parlamentoya Iraqê Heyder Îslamî di daxuyaniyekê de ragihand ku Parlamentoya Iraqê wê têkildarî êrişên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê roja Yekşema bê bang li Wezîrê karê Derve yê Iraqê bike.

Cotyar Adil yê PDK’î hevkariya bi êrişan re red nekir

Berdevkê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Cotyar Adil yê PDK’î jî di daxuyaniyek çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Cotyar Adil li ser pirsa rojnamevanan a ‘Helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê çiye?’ tenê got; “Çi karê PKK’ê li wan herêman heye?” û ji bersivdana pirsan reviya.

Di heman demê de Cotyar Adil hevkariya wan bi artêşa Tirk a dagirker ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî red nekir.

Back to top button