Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî ji navçeya Mabata revandin

Li Efrîna dagirkirî, rojane welatî bi hêcetên cuda ji aliyê dagirkeran ve tên revandin. Çeteyan herî dawî 3 welatî ji navçeya Mabata revandin. Her wiha li navçeya Cindirêsê, ji bo avakirina avahiyên nû yê mêtngeriyê, çeteyan 300 darên zeytûnê birîn.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.

Çete li dijî welatiyên ku li Efrînê mane her cure kirinên dermirovî pêk tînin da ku wan neçar bikin ji Efrînê koçber bin.

Tora çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi hincetên xwe yên wekî her carê 3 welatî di demên cuda de ji navçeya Mabata revandine.

Navên kesên hatine revandin;

Mihemed Kaso yê ji gundê Şêxotka yê bi ser navçeya Mabata,

Mistefa Mihemed Etana ji gundê Aşûra yê bi ser navçeya Mabata,

Luqman Hesen Hemdî muxtarê gundê Hec Qasima yê bi ser navçeya Mabata.

Muxtarê gund beriya vê jî ji aliyê çeteyan hatibû êşkencekirin.

Heta niha aqubeta kesên hatine revandin ne diyar e.

SOHR: Ji destpêka salê heta niha 206 welatî li Efrînê hatine revandin

Li gorî ku Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, çeteyan ji destpêkê vê salê 206 welatî ji Efrînê revandine.

Ji kesên hatine revandin 9 zarok, 23 jin in. Di nava yên hatine revandin de 72 nexweş hene ji wan rewşa 51’an jî girane.

Ji bo avakirina avahiyên mêtîgeriyê, çeteyan li Cindirêsê 300 dar birîn

Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî çete planên xwe yên mêtîngeriyê dewam dikin.

Çeteyan li navçya Cindirêsê ji bo ku avahiyên nû yên mêtingeriyê ava bikin 300 darên zeytûnê birîn.

Back to top button