Rêveberiya Xweser û PYD’ê êrişên dewleta Tirk yên li ser Kobanê şermezar kirin

Rêveberiya Xweser û PYD’ê êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê û bi taybetî li ser Kobanê şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ev êriş hewldanan vegerandina DAIŞ’ê ye û bang li hêzên garantor hate kirin ku dijî êrişan bi erka xwe rabin. Her wiha bang li gelên herêmê jî hate kirin ku li hemberî van êrişên bi armanca qirkirinê têkoşîna xwe mezin bikin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser Kobanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Rêvebriya Xweser diyar kir, dagirkeriya Tirk rewşa ku niha herêm û cîhan tê re derbas dibe û bi taybet şerê li Ukrayna bi kar tîne û hewl dide bi rêya planên xwe yên komploger siyaseta xwe ya dijminane li dijî gelên herêmê bide meşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dagirkeriya Tirk di vê qonaxa hestiyar de siyaseta qirkirinê dijî herêmê dewam dike, lewre bi balafirên bêmirov û toparanan êrişî herêmê dike û her du êrişên herî dawî ên li Kobanê bi bîr xist.

Rêveberiya Xweser eşkere kir ku Erdogan ji ber krîzên hundirîn yên li Tirkiyê bi van êrişan dixwaze bala civaka Tirkiyê vegerîne ser qaşo xeteriya li derve.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li hêzên garantor kir ku van êrişên ku rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ’ê vedike rawestînin.

PYD: Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe dixwaze ewlehî û aramiya herêmê têk bibe

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’ê) jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi van êrişan dixwaze ewlehî û aştiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

PYD’ê êrişên dagikeriya Tirk ên li ser Koban û Şehbayê ku li li pêş çavên hêzên garantor pêk tîne bi bîr xist û bêdengiya civaka navnewtweyî beramberî van êrişan şermezar kir.

PYD’ê di dawiyê de bang li gel û hêzên demokratîk kir ku li hemberî şerê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û xayînan bisekinin.

 

Back to top button