Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Efrînê û Şehbayê dan ber topan

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên din jî îro kirin. Arteşa Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrînê, Til Rifet û Bendava Şehbayê jî dane ber topan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Ajar, Alqemiyê, Meştel û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.

Hate ragihandin ku heta niha 40 obîs li gundên navborî ketine.

Her wiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Semûqa, navçeya Til Rifet û Bendava Şehbayê yên herêma Şehbayê jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi obîsan hatin bomberdumankirin.

Hat gotin dagirekran 70 top li van deveran xistine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi top û mûşekan gundê Um El-Qura yê kantona Şehbayê jî topbaran kirin.

Balafirêke bê mirov û bi çek yê dewleta Tirk li ser Minbicê geriya

Li Minbicê jî balafirên dewleta Tirk di tevgerê de bûn û li asîmanê gundewarê Minbicê geriyan.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser gundên Ewn Dadat û Ereb Hesen ên bakurê bajarê Minbicê geriyan

Back to top button