HRW: Êrişên Tirkiyê zirer gihand şênî û binesaziya herêmê

Piştî çend rojan ji êrişên domdar ên dewleta Tirk li ser herêmê, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan “Human Rights Watch” raporek belav kir.
Di raporê de behsa bandora van êrişan û zirerên wê kir û ev got:
“Êrişên Tirkiyê zirerek mezin gihand şênî û binesaziya herêmê û krîza mirovî ya heyî kûrtir dikin.”

Der barê êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan “Human RightsWatch” raporek belav kir.

HRW eşkere kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk zirar li çavkaniyên jiyanê bûye.

Li gorî raporê,”Êrişên esmanî yên dewleta Tirk ku 20’ê Mijdarê destpê kirin, hişt deverên tijî sivîl û binezasiya herêmê li Bakur û Rohlatê Sûriyê zirerê bibînin.

Krîza mirovî ya heyî ku bandorê li hemû pêkhateyan dike, kûrtir kir.”

Bi gelek dîmen û belgeyan jî encamên êrişên dewleta Tirk ên li dijî jiyana welatiyan hat eşkerekirin.

Bi şahdiya karmendên rêxitsinên alîkariyê yên navneteweyî û xelkê herêmê, HRW qala vê meseleyê dike û piştrast dike ku “Êriş bûn sedema koçkirina malbatan, qutbûna kehrebeyê û kêmbûna sotemeniyê.

Rêxistinên alîkariyê jî neçar kirin ku bi awayekî demkî kar û xebatên xwe rawestînin, dibistan û kar jî di nav de.”

HRW: Êrişên Tirkiyê krîza mirovî kûrtir dikin

Cîgirê rêvebera Rojhilata Navîn a Human Rights Watch Adam Coogle got:

“Êrîşên Tirkiyê yên li ser deverên şêniyan û binesaziya herêmê, mafên sivîlan ên bingehîn bêhtir dixe metirsiyê.”

Berê gelê Sûriyê bi felaketeke mirovî, koçberî û aboriyeke têkçûyî re rûbirû ye.

Ev êrîşên artêşa Tirk jî rewşa heyî kambaxtir dikin.”

Roja 20 Mijdarê bi dehan balafir li esmanê Bakur û Rojhilatê Sûrî firiyan û deverên weke, dibistanek û nexwşxaneya Korona li Kobanê, embarên Genim li Dirbêsiyê û bi dehan deverên petrol, gaz û kehrebeyê li Tirbespiyê û Dêrikê bombebaran kirin.

Human Rights Watch di rapora xwe de vê balê dibe ser van sûcan û wan weke sedema têkbirina şert û mercên jiyanî bi nav dike.

Li gorî wê:
“Êrişa esmanî ya dewleta Tirk navendeke Corona, dibistan, embarên genim, stasyonên sotemenî û enerjiyê, kirin armanc.

Ev jî bû sedem ku binesaziya deverê û xizmetên sereke yên ji bo şêniyan zirerê bibînin.

Êrişa 23’ê Mijdarê ya li nêzî stasyona kehrebeyê ya Swêdiyê, bû sedema qutbûna kehrebeyê li ser gelek deverên Dêrik û Hesekê.

Amanckirina stasyonên neft û xazê jî hişt ku hîn bêhtir mazot kêm bibe.

23’ê Mijdarê devereke hêzên Sûriye Demokratîk a li Kampa Holê jî bû armanca êrişan.

Human Rights Wtach bi bîr xist jî ku Tirkiyê sala 2022’yan gelek caran bi top û balafirên bêmirov êrîşî bajar û bajarokên bakurê rojhilatê Sûriyê kirine.

Back to top button