Li Efrînê dagirkeran jineke dayîka 5 zarokan revandin

Sûc û hovîtiya li Efrînê dewam dike. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke ku dayîka 5 zarokan e ji navçeya Reco revandin.

Hat ragihandin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiya bi navê Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî li navçeya Reco revand û birin girtîgeha Maratê ya li navenda Efrînê ya dagirkirî.

Çeteyan beriya çend mehan jî hevjînê wê revandibûn û heya niha çarenûsa wî ne diyar e.

Îlham Ebdurehman Silêman dayika 5 zarokan e.

Back to top button