Şêxmûs Ehmed: Divê ciwan dev ji axa xwe bernedin

Serokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji destnîşan kir ku dagirkerên heremê bi şerê taybet dixwazin heremê vala bikin û da ku guhertina demografiya pêk bînin.

Şêxmûs Ehmed derbarê şêwazên şer ê dagirkeriya Tirkiyê ku li ser heremê dimeşîne axivî axivî û ev nirxandin kir:

“Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna armancên xwe hemû awayên şeran bi kar tîne.

Hin tore qaçaxçiya mirovan dikin ji aliyê îstixbarata Enqereyê ve tên birêvebirin.

Ev tore bi qaçaxî ciwanan ji herêmê derdixin.

Daku heremê vala bikin û guhertina demografîk pêkbînin.”

Ehmed bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên seranserî Sûriyeyê kir û got:

“Divê gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî ciwan, xaka xwe û herêma ku bi xwîna keç û xortên wê hatiye rizgarkirin, biparêzin û bibin bingeha vê projeya niştîmanî.”

Back to top button