Tirkiyê: Em ê hêzên xwe ên leşkerî li Qibrisê zêde bikin

Piştî gefa şefê rêjîma Tirk Erdogan, wezîrê wî yê karê derve Mevlût Çavuşoglu jî ragihand ku ew ê hêzên xwe li aliyê Qibirs a dagirkirî zêde bikin.
Çavûşoglu sedema vê yekê jî weke helwesta Yewnanistanê ya li derya Egeyê nîşan da.

Serokomarê Tirk Erdogan roja 28’ê Îlonê îdîa kir ku Amerîka li Rojhilatê Derya Spî hewl dide Yûnanistanê bi çek bike.

Erdoagn ev yek weke gef binav kir û got,

Em ê jî bê deng nemînin û hêzên xwe ên leşerî li Qibrisê zêde bikin.

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, mesele derbasî rojeva civîna Desteya Ewlekariya Milî ya dewleta Tirk bû.

Li ser mijarê Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavûşoglu axivî û got;

Wek tê zanîn Yewnanistan hewl dide hêzên xwe ên leşkerî li Giravên Egeyê bicih bike.

Hemwextê vê yekê Amerîka jî ambargoya çekan li ser Qibrisa Rum rakir.

Li hemberî vê yekê em jî tevgera xwe a leşkerî li herêmê zêde bikin.

Wezîrê Tirk eşkere kir ku ew ê hêzêke nû ya leşkerî bişînin aliyê Qibirsê û got,

Ji bo bersivdayînê çi pêwîst bike em ê bikin.

Çavuşoglo ji rewşa heyî Amerîka berirsyar nîşan da.

20’ê Tîrmeha sala 1974’an dewleta Tirk li dijî Qibrisê tevgereke leşkerî destpê kir û piştî êrişên 4 hefteyan, beşeke ji vî welatî dagir kir.

Back to top button