Rûsya êrişî Zaporijya kir 23 kes hatin kuştin

Hêzên Rûsya li rojhilatê Ukrayna careke din êrişî herêmek Zaporijiya kir.
Di êrişa li dijî konvoyekê pêk hatî de herî kêm 23 kes mirin û 35 jî birîndar bûn.
Ukrayna ragihand ku tevahî kesên hatine kuştin sivîlin.

Waliyê Zaporijiya Oleksandr Starukh di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de îdia kir ku hêzên Rûsyayê bi moşekan li konvoya sivîl a ku ji Zaporijiya derdiket xist.

Starûkh diyar kir ku di êrîşê de li gorî tespîtên destpêkê herî kêm 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynayê Anton Geraşenko ragihand ku di êrîşê de ji bilî 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 35 sivîl jî birîndar bûne.

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê jî îdia kir ku 16 moşek li konvoyê ketiye.

Ev êriş piştî wê yekê pêkhat ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serxwebûna du herêmên li Ukraynayê ku kontrol kiribû ragihand.

Back to top button