Karmendên Jin TV destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser rojnamegeran armanc dike ku rastiyê bêdeng bike û sûcên ku li dijî xelkê herêmê pêk tîne, veşêre.
Pêşkêşvana Jin TV, Semye El Kurdî bibîrxist ku li gorî qanûn û lihevkirinên navneteweyî, nabe bi tu awayî ragihandin bê hedefgirtin û got:
“Dewleta Tirk a dagirker, bi armanca ku sûcên xwe û terora xwe yên li dijî mirovahiyê veşêre, ragihandinê dike armanc.
Êrişa li ser karmendên kanalê, rastiya dewleta Tirk a dagirker eşkere dike ku dixwaze destkeftiyên jinan têk bibe ji ber ku ji hêza wê ditirse.”
Endama Rêveberiya Jin TV, Semye Husnî jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze her kesî bitirsîne, heremê valabike û daku bikaribe dagirkeriyê xwe pêk bîne.
Semiye bang li saziyên mirovî, hiqûqî û yên ragihandina navnetewî kir ku li hember sûcûn tirkiyê bêdeng nemînin.