Endamekî JIN TV şehîd bû û nûçegihanek birîndar e

Balafireke dewleta Tirk a dagirker, erebeyek xebatkarên ragihandinê li gundê Necmok yê ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir.

Li gor nûçegihanên me ragihandin, Balafireke bê mirov ya Dewleta tirk a dagirker erebeyke bombebaran kir.

Erebe li gundê Necmok yê li ser riya Qamişlo – Amûdê hat aramca girtin.

Nûçegihanên me bi bîr xistin ku erebeya hatiye hedefgirtin a kenala JIN TV ye.

Di encamê de, karmendekî wê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan şehîd bûye û rojnamevanekî kanalê birîndar bûye.

Back to top button