Daîreya Ragihandinê êrişa dijî nûçegihanên JIN TV şermezar kir

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekîtiya Ragihandina Azad hedefgirtina rojnamevanên JIN TV ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin û gotin:
“Divê civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û yên têkildar destwerdanê bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.”

Daîreya Ragihandinê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişa dewleta Tirk a li dijî erebeyeke rojnamevanan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, komkujiyên dîtir li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Tevahî pîvan û peymanên navneteweyî yên banga parastina sivîlan, binpê dike.

Li gorî Endeksa Azadiya rojnamegeriya cîhanî ku ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve hat weşandin, Tirkiye di sala 2022’an de, ji nav 180 dewletan di pileya 149’an de ye.

Di sala 2023’an de, 6 rojnamevan li herêmên cuda yên Sûriyê hatine kuştin.

Daîreya Ragihandinê bang li civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û têkildar kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigre û hesab bipirs e.

YRA: Dewleta Tirk ji kamîre û pênûsên rojnemevanan ditirse

Girêdayî heman mijarê, Yekîtiya Ragihandina Azad jî bi daxuyaniyekê got:

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêmê dimeşîne.

Xebatkarên Ragihandinê jî, ji destpêka şoreşê û heta niha ji bo eşkerekirina pilan û siyasetên dewleta Tirk di nava tevgerê de ne.

Ji ber wê jî, dewleta Tirk ji kamîre û pênûsên ragihandina azad ditirse. Lewar êrişî xebatkarên ragihandinê dike.

Dewleta Tirk bi van kirin û sûcên xwe hemû peyman û yasayên navdewletî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dikin.

YRA sersaxiyê ji malbata şehîd re xwest û ji saziyên mafê mirovan daxwaz kir ku erka xwe ya wijdanî pêk bînin û dawî li van êrişan bînin.

Back to top button