Hêzeke leşkerî ya Lîbyayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê şer ragihand

Hêzeke leşkerî ya nenas ya Lîbyayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serhildan û têkoşîn ragihand û gotin ji niha û şûn ve baregeh û nuqteyên leşkerên dewleta Tirk ya dagirker wê bibin hedefa êrişên wan.

Hêzê bi daxuyaniyekê, ku li ser torên civakî hatiye belavkirin ragihand ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe li ser gelek cihên girîng yên Lîbyayê berfireh kiriye.

Her wiha diyar kir ku Bendera El-Xomse yek ji girîngtirîn benderên Lîbyayê ye ku bi rêya vê benderê kelûpel tên dabîn-kirin, lê niha bûye bendereke leşkerî.

Hêza nenas ya leşkerî ya Lîbyayê wiha got:

“Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Lîbyayê em serhildana gel radigihînîn.

Serhildan jî, bi aramca ku dagirkeriya Tirk, bizane gelê Lîbyayê qebûl nake careke din welatê wan bê dagirkirin.

Hêzê leşkerî diyar kir ku hemû baregeh û cihên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hedefa sereke ya vê serhildanê ne.

Back to top button