Parêzer Çakas: Bi dozê peyama ‘Kurd terorîst in’ tê dayîn

Parêzer Yûsûf Çakas bi lêv kir ku Doza Kobanê dozeke polîtîk e û tu têkiliya miwekîlên wî bi bûyerên Kobanê re nîn e.

Rûniştina 3’emîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Ji parêzerên dozê, Yûsûf Çakas destnîşan kir ku mitalea li ser dijminatiya li hemberî Kurdan hatiye çêkirin û got, ew ê vê dijminatiyê teşhîr bikin.

Çakas diyar kir ku şahidê veşartî, Hermes miwekîlê wî nas nake û wiha got:

“Ez yeqîn nakim dadgehek, vê mitaleayê bike esas.

Çanda Kurdan wekî sûc tê hesibandin.

Mîna 2023’an a’bi tirkî biaxive, pir-biaxive’ bi vê mitaleayê careke din derketiye pêşiya me.

Hemû tiştên ayidê Kurdan di mitaleayê de, hatine terorîze-kirin.”

Çakas da zanîn ku armanca vê dozê ewe ku peyama “Kurd terorîst in” bê dayîn e û got:

“Kurd û dostên wan tên darizandin.”

Dadgehê, danişîn taloqî sibe kir.

Back to top button