Enqere-27’emîn rûniştina Doza Kobanê hat lidarxistin

27’emîn rûniştina Doza Kobanê dest pê kir.
Siyaset medarên Kurd yên ku ji dozê têne darizandin diyar kirin ku armanca dozê astengkirina tevgera kurd û gotin: Ev doza kompasê ye.

27’emîn rûniştina Doza Kobanê li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê careke din dest pê kir.

Hevserokên Giştî yên HDP yên berê jî di navê de, bi giştî 108 siyasetmedarên kurd tên darizandin,

Siyasetmedarên ku negirtî tên darizandin li aywanê tev li rinûştinê bûn.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û siyasetmedar Gultan Kişanak jî, bi rêya dîmen tevlî bûn.

Destpêkê Ayşe Yagci axivî û bal kişand ser belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin.

Ayşe, diyar kir ku gelek belge negihiştine ber destê wê, jixwe di demên berê de ji ber belgeyên li dadgehê hatine xwendin hatiye darizandin û ev darizandin bi dawî bûye.

Ayşe, anî ziman ku ev kiryar bê wate ne.

Piştre jî siyasetmedara kurd Sabahat Tuncel axivî û diyar kir ku ev doz, doza astengkirina tevgera kurd û doza kompasê ye.

Her wiha siyasetmedar Aynûr Aşa jî di rinûştinê de, Fermana 74’an a li dijî êzidiyan bi bîr xist û got:

“Ji ber em jinên li Şengalê hatine qetilkirin diparêzin, tên darizandin.”

Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî bi heman awayî diyar kir ku doza heyî dozeke hiqûqî nîne

Akin: Doza Kobanê, encama siyaseta dijminatiyê ye

Hemwextî dewamiya Doza Kobanê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin daxuyaniyek da.

Akin diyar kir ku Doza Kobanê, encama siyaseta dijminatiyê ya qesrê ye û got:

“Hevalên me nayên darizandin, ew rejîma qesrê didarizînin.”

Back to top button