Hikûmeta Şamê gundewarê Idlib û Helebê topbaran kirin

Hêzên hikûmeta Şamê gundewarên Idlib û Helebê topbaran kirin, çeteyên dewleta Tirk jî balafireke hikûmeta Şamê li asîmanê Idlibê xist xwarê. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro hêzên hikûmeta Şamê deverên çeteyên girêdayî Tirkiyê li gundewarê rojava ya Helebê topbaran kirin.

Her wiha deverên çeteyan li bajarokê Kinsefra ya gundewarê Idlibê jî hatin topbarankirin.

Çeteyên dewleta Tirk jî li gundewarê başûr a Idlibê balafireke keşfê ya hikûmeta Şamê xist xwarê.

Her wiha di çarçoveya agirbesta Putin-Erdogan a 5’ê Adarê de, Rûsya û dewleta Tirk dewriyeke hevbeş li ser riya M4 pêk anî.

Ev dewriya 11’emîn e ku Rûsya û dewleta Tirk bi hev re li ser riya M4 pêk tînin.

Dewleta Tirk karwanekî din ê maşîneyan derbasî Idlibê kir

Li aliyeke din jî, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan ve, dewleta Tirk derdora 3 hezar û 250 maşîne û bi hezaran leşker derbasî Idlibê kirine.

Back to top button