Îro 6’emîn salvegera 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim ev roj pîroz kir û diyar kir ku 1’ê Mijdarê doza kurdî gihand asta navneteweyî.
Enwer Muslim destnîşan kir ku berxwedana Kobanê û piştgiriya navneteweyî roleke mezin di rakirina tarîtiya li ser doza kurdî lîst.
Muslim got:
“Dewletên cîhanê yên digotin ku dê DAIŞ li Kobanê bi ser bikeve armancên wê bi bin ketin û kaxezên wê yen veşartî eşkere bûn, vê yekê bandoreke neyinî li wan û siyasetên wan ên herêmî û cîhanî kir.”
Ji bo parstina destkeftiyên berxwedana Kobanê û piştevaniya navnetewî, Hevserokê PYD’ê banga xurtkirina têkoşînê kir.