Nivîskarê Kurd Celal Melekşa koça dawî kir

Helbestvan û nivîskarê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa di temenê xwe yê 69 salî de koça dawî kir.

Di saetên êvarê de helbestvan û nivîskarê Kurd Celal Melekşa li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Celal Melekşa di sala 1951’an de li gundê Melekşa yê parêzgeha Sine ji dayîk bûye. Destpêkê bi karê hunerî û nivîsîna helbest û çîrokên Farisî ve mijûl bû.

Piştre ji sala 1979’an ve bi Kurdî nivîsên xwe belav kiriye.

Back to top button