Tora kehrebeyê ya Til Temirê tê temîrkirin

Îro seatên nîvro dewleta Tirk a dagirker gundê Aqibê ya navçeya Şerawa a Efrînê topbaran kir.
Torên kehrebeyê yê gundê Um El Kêf yê Til Temirê ku di ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ji xizmetê derket, tên temîrkirin.

Di encama topbarana li ser gundê Um El Kêf de kehrebe li ser Til Temirê bi temamî qut bû.

Vê sibehê komên temîrkirinê berê xwe dan navçeyê da ku xetên kehrebeyê temîr bikin.

Li gorî Navenda Kehrebeyê, dê wê îro bê temîrkirin bi dawî bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ev cara 26′an e ku stasyona kehrebeyê dide Til Temirê, ji xizmetê derdikeve.

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ketober li dijî navçeyê zirareke mezin li welatiyan û saziyên xizmetê dibe.

Back to top button