Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: înkar pirsgirêka Kurd çareser nake

Komeleya Mafên Mirovan IHD apora xwe ya şopandina binpêkirinên mafan ên sala 2022’yan eşkere kir
Li gorî raporê di sala borî de li girtîgehan 81 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rapor bi civîneke çapemeniyê ji aliyê Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Balaban ve hate ragihandin

Huseyîn Balaban di serî de bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got:

Ji ber înkar û redkirina pirsgirêka kurd û nayên çareserkirin.

Peymanên navnetewî li dijî îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan nayê sepandin û lewma binpêkirinên mafan zêde dibin.

Tiştên niha li welat diqewimin tu ferqa wan ji pêkanînên salên 90’î nîn in û girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin.

Di sala 2022’yan de li girtîgehan 81 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di beşa dawî a raporê de Balaban bilançoya binpêkirinên mafan ên qewimîne eşkere kir û got:

Di nava sala 2022’an de li girtîgehan 81 kesan jiyana xwe ji dest dane.

http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/219649

Back to top button