
Zanîngeha bajarê Kobanê ji 6 cotmehê de, dest bi qeyidkirin û pêşwazîkirina xwendekaran kir, her wiha dest bi Mufadele a sala nû kir.
Xwendekarên ku sala par xwendina Amadeyî bi dawî kirine, ji 6 ê Îlonê de berê xwe didin zanîngeha Kobanê û li gorî beş û xwesteka ku dixwazin, li gor wê ezmûna wê beşê dikin û li gorî encama hejmara serkeftî derbasî zanîngehê dibin.
Endamê Komîteya hevyaziyê Ehmed Hoşo, got:
Armanca me ewe ku her ciwanek berê xwe bi zanebûn û zanistê de be.
Her wiha da zanîn ku ev qeyidkirin heta 2’ê Cotmehê berdewam bike, paşê wê ezmûnan bikin û wê ji 4’ê cotmehê heta 14’ê mehê ezmûn bi dawî bibin û paşê wê bi awayekî fermî xwendekar di zanîngehê de bixwînin.