Dagirkeran 54 caran êriş kir, 5 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ragihand di encama bersiva gerîla de 5 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û wiha got:

“Artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi balafirên şer, 44 caran jî bi çekên giran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Di heman demê de hewl da ku çeperên me yên berxwedanê bi kepçeyan hilweşîne û li qadê bikeve çeperê.

Hêzên me bersiva vê yekê jî dan. Di şer de 5 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir

Back to top button