El-Mismarî: Zêdeyî 4 Hezar çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê hatine şandin

Berdevkê Artêşa Niştimanî yê Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî, ragihand ku zêdeyê 4 hezar çeteyên Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve ji bo Lîbyayê hatine şandin.

Îro Ehmed El-Mismarî di bernameyeke kenala me de li ser rewşa dawî ya Lîbyayê axivî.

El-Mismarî ragihand ku zêdeyî 4 hezar çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê hatine şandin, di nava wan de jî, 350 çeteyên DAIŞ’ê jî hene.

Berdevkê Artêşa Niştimanî yê Lîbyayê, teqez kir ku wê heya dawî li dijî hewildanên dagirkeriyê yên Tirkiyê, şer bikin û hemû welêt rizgar bikin.

Hefter: Mafê artêşa niştimanî ye ku tevahî xaka Lîbyayê rizgar bike

Her wiha îro şandeyeke payebilind ku tê de şêwirmend û balyozên welatên Franasa, Îtalya û Almanyayê hene, serdana Lîbyayê kir û bi serkêşê Artêşa Niştimanî, Xelîfe Hefter re rûnişt.

Di rûniştinê de li ser girîngiya Artêşa Niştimanî ji bo têkbirina mîlîs û komên çekdar hat teqezkirin.

Xelîfe Hefter jî teqez kir ku mafê Artêşa Niştimanî ye ku tevahî xaka Lîbyayê rizgar bike.

Back to top button