Çapemeniya PDK’ê jî ketiye pey derdê rewakirina êrişên artêşa Tirk

Artêşa Tirk doh hewl da bi balafiran komkujiyeke mezin li Şengalê pêk bîne..Û ji bo vê yekê jî Navenda Meclisa Gel a herêma Xanasorê bombebaran kir. Weke her carê û hîn di kêliyên pêş ên êrişê de, çapemeniya PDK’ê û bi taybet kanala bi navê K24 xwest êrişê rewa bide nişandan.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê, Merwan Bedel 7’ê Kanûnê di encama êrişa artêşa Tirk de şehîd bû.

Piştî vê êrişê bi 4 rojan, artêşa Tirk doh êvarê careke din hewl da li hemberî gelê Êzdî komkujiyê pêk bîne.

Balafirên şer ên bê mirov li herêma Xanasorê, avahiya Meclisa Gel bombardiman kir.

Tişta xweş ew e ku di wê kêliyê de kes li hundirê avahiyê tine bû. Naxwe wê komkujiyeke mezin pêk bihata.

Ji nav û dîmenê devera bombekirî jî diyar dibe ku ew cihê kombûna kesên sivîl bû.

Lê tevî vê yekê jî hin dezgehên Başûrê Kurdistanê û bi taybet saziyên girêdayî PDK’ê weke her carê xwestin rastiyê berovajî bikin.

Kanal binavê K24 hê di kêliyên pêşî yên êrişê de û beriya çapemeniya Tirk, nûçeyek bi vî sernavî belav kir:

Firokeyeke şer a Tirkiyê baregeheke PKKê li Xanesorê bombebaran kir.

K24 bi vê helwesta xwe mîna berdevkê şerê taybet ê dewleta Tirk, hem hewl da êrişê rewa bike,

Û hem jî nîşan da ku Kurd be jî kuştina endamên PKK’ê mafekî xwezayî yê artêşa Tirk e.

K24 bi vê yekê jî bi sînor nema û êrişa 7’ê Kanûnê jî wiha bi bîr xist:

Balafirên bê mirov ên Tirkiyê li Xanesorê otomobîla serkirdeyê PKK’ê Merwan Bedel kiribû armanc.

Di êrişê de Bedel hatibû kuştin.

Ev saziya ku navê Kurdistan-24 lixwe kiriye, di her fersendê de û mîna ku berdevkiya dewleta Tirk bike, êrişî nirxên Kurdan dike.

Ji eşkerekirina hovîtiya li dijî gelê Kurd tê kirin wêdetir, ketiye pey derdê rewakirina êrişên artêşa Tirk.

Back to top button