Şerê li Xezayê bi dijwarî didome

Li aliyekî danûstandinên ji bo pêkanîna agirbestê û bi hev guhertina dîl girtiyan û li aliyê din jî şer bi dijwarî didome.
Li Xezayê di nava 24 seetê dawiyê de jî şer û êrişên dijwar pêk hatin.
Hemasê ragihand ku wan 15 leşkerên Îsraîlê kuştine.
Mehmûd Ebas jî banga lidarxistina konferansa aştiyê ya navnetewî kir.

Li aliyekî niqaşên pêkanîna agirbestê û li aliyekî şer bi dijwarî didome.

Lê Xezayê di nava 24 seetên dawiyê de şer û êrişên dijwar pêk hatin.

Hemas: 15 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Baskê Leşkerî yê Hemasê ragihand ku wan bi moşekan û cîhazên antî personel 17 êrişên cuda li dijî hêzên Îsraîlê pêk anîne.

Hat diyar kirin di nava çend rojên derbasbuyî de 15 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne û 43 wesayîtên wan jî hatine rûxandin.

Her wiha hate eşkere kirin ku bi moşekan derdora Tel Avîvê jî hatiye bombebarankirin.

Danûstaninên ji bo agirbestê û berdana dîlgirtiyan didome

Danûstandinên derbarê bi hev guhertina dîl girtiyan û pêkanîna agirbestê dewam dikin.

Beriya çend rojan li Parîsê di navbera rayedarên Amerîka, Îsraîl, Misir û Qatarê de civînek hate lidarxistin û pêşniyara agirbestê û bi hev guhertina dîl girtiyan hate kirin.

Hemasê ragihand ew bi komên Filistînî re li ser mijara agirbestê danûstandinên xwe didomînin.

Rayedarekî Hemasê diyar kir wan daxwaza agirbestê ya navbeynkaran red nekiriye û wiha got,

“Em bi komên Filistînî re danûstandinên xwe didomînin û di rojên pêş de em ê bersivê bidin navbeynkaran.”

“Îsraîl xalên muhtemel yên agirbesta li Xezayê red dike”

Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Usame El Hemdan jî têkildarî mijara agirbestê li Beyrûdê daxuyanî da.

Hemdan diyar kir ji bo peymana agirbesteke muhtemel ya li Xezayê û bi hev guhertina dîl girtiyan, xalên ku wan pêşkêşkirine Îsraîl li dijî wê derdikeve.

Hemdan dibêje, “Em li ser pêkanîna agirbesteke ku ji bo me mijareke girînge israr dikin. Ango vekişîna leşkerên Îsraîlê ji Xezayê û rakirina dorpêçê. Îsraîl li dijî van xalan derdikeve.”

Urdin: Êrişên Îsraîlê xeteriya berfirehbûna şer zêde dike

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen El Safedî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Stephane Sejourne li Almanyayê hevdîtin pêk anîn.

Wezareta Karên Derve ya Urdinê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir di hevdîtinê de mijara şerê li Xezayê hatiye niqaşkirin.

Li gorî daxuyaniyê Eymen El Safedî diyar kiriye êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê xeteriya berfirehbûna şer zêde dike.

Mehmûd Ebas banga lidarxistina konferansa aştiyê a navnetewî kir

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî duh bi daxuyaniyekê banga lidarxistina konferanseke aştiyê ya navnetewî kir.

Ebas diyar kir ji bo ku Îsraîl li gorî bîryarên navnetewî ji xaka Filistînê vekişe divê konferansa aştiyê ya navnetewî bê lidarxistin.

Mehmûd Ebas dibêje,

“Li Qudsê, Şerîda Xezayê û Şerîa Rojava ji bo ku berpirsyariyên li dijî gelê Filistînê bi cih werin anîn divê dewleta Filistînê di aliyê siyasî û aborî de bê xurtkirin.

Ji bo ku Filistînî ji xaka xwe neyên derxistin û pêşî li vê rewşê bê girtin divê xebat bên kirin.”

Li Xezayê di roja 121. ya şer de 127 kesên din mirin

Back to top button