Li Tebqa cenazeyê 3’ê şervanên QSD’ê hatin oxirkirin

Li Tepqayê bi merasîmekî cenazeyê 3’ê şervanên QSD’ê oxirkirin.
Li Kobanê jî şehîdên Tevgera Ciwanan di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de bi meşekê hatin bibîranîn.
Her wiha şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehid Silêman El Salih re xwestin.

Bi sedan xelkê Kantona Tebqayê ji bo oxirkirina cenazeyên 3’ê şeravanê QSD’ê li goristana şehidan kom bûn.

Şervanê QSD’ê Heykel El Hemadî, Muwefeq El Idrîs û Deham El Himêdan 15′ê Kanûna 2023’an li Dêrazorê de şehîd bûn.

Di merasîmê de kesên ku axivîn bal kişandin ser fedekariya gelê herêmê ya di oxira parastina herêmên xwe de û soz dan ku heta dawiyê wê li ser şopa şehîdan bimeşin.

Dawiyê de wesîqeyên her 3 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li Kobanê şehîdên tevgera ciwanan bi meşekê hatin bibîranîn

Du sal beriya niha di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî navenda ciwanan a Kobanê 6 ciwna şehîd bibûn.

Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wan, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li dar xist.

Di meşê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hêza jin û ciwanan ditirse lew ra wan dike hedef xwe.

Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin

Şêniyên Tirbespiyê jî, ji bo sersaxiyê ji malbata şehid Silêman El Salih re bixwazin herikîn bin kon.

Şehid Silêman El Salih di encama nexweşiyê de şehîd bûbû.

Di bin kon de endamê meclisa malbtên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Ferhan El Hezai destnîşn kir ku ew ê her tim pey doza şehîdên xwe bin.

Back to top button