QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameya 4 û YPG’ê jî nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûyî eşkere kir.
Di daxuyaniyên eşkerekirina nasnameyan de, QSD’ê û YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de, wiha hate gotin:

“Hikumeta Şamê bi hemû rêbazî hewl dide aramî û ewlehiya herêmên me derb bike.

Ji bo vê, çeteyên hikumeta Şamê ji aliyê din yê çemê Firatê ve dixwazin derbasî herêmên me yên li Dêrazorê bibin û tevilheviyê derxînin.

Lê ev hewldan ji aliyê hêzên me ve tên têk birin.

Duh di encama bersivdayîna çeteyan de 3 hevrêyên me şehîd bûn.”

Her wiha li navçeya Zirganê ya li kantona Hesekê şervanê me Egîd Serêkaniyê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehîdan heta gihiştina armancên wan da.

Li gorî daxuyniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Navê tevgerî: Mihemed El Bedewî
Nav û paşnav: Deham Fewaz El Himêdan.
Navê dayikê: Mensiye
Navê bav: Fewaz
Cih û dîroka jidayikbûnê: Humis-El Sebîl/2001
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn-Şeife-15.12.2023.

Navê tevgerî: Egîd Serêkaniyê
Nav û paşnav: Ebdulcelî Ebdulmutelib El Mihemed El Îsa
Navê dayikê: Neîme
Navê bav: Ebdulmutelib
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê/2001
Cih û dîroka şehadetê: Zirgan-12-12.2023.

Navê tevgerî: Osman
Nav û paşnav: Muwefeq Xalid El Dirês
Navê dayikê: Fehîde
Navê bav: Xalid
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hema-Hesiye/1999
Cih û dîroka şehadetê: Hecîn-Şeife-15.12.2023.

Navê tevgerî: Ela Tebqa
Nav û paşnav: Heykel Ehmed El Hemadî
Navê dayikê: Foza
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hema-Siwêtêra/1996‎
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn-Şeife-15.12.2023.”

Back to top button