Edhem Barzanî xwest her kes dengê xwe bide namzetên YNK’ê

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ji bo hilbijartinên li Iraqê bang li her kesê kir ku dengê xwe bidin namzetên YNK’ê.
Rêxistinên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê jî têkildarê hilbijartinên li Kerkûkê gotin: “Dengê xwe bidin hevpeymaniya ‘Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye’.”

Dengdana taybet ya ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê îro danê siharê destpêkir.

Siyasetmedarê Kurd Edhmed Barzanî derbarê hilbijartinê de daxuyaniyek belav kir.

Edhem Barzanî di daxuyaniyê de wiha got:

“Hilbijartin ji bo doza gelê me giştî û bi taybet xelkê li herêmên bi nakok gelek girînge. Niha derfetek zêrîn li pêşiya we heye ku hûn bikarin sindoqan ji dengên Kurdan tije bikin. Bi dengên xwe carek din destê zordariyê bibirin û serê me bilind bikn.”

Barzanî di peyama xwe de bang li her kesî kir ku dengên xwe bidin namzetên YNK’ê.

“Dengê xwe bidin hevpeymaniya, Kerkûk hêz û îradeya me ye”

Rêxistinên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê jî têkildarê hilbijartinên li Kerkûkê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin hevpeymaniya “Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye”.

Ev hevpeyman ji aliyê YNK’ê û Partiya Komînîst a Kurdistanê ve pêk hatiye.

Bafil Talebanî di mîtîngeke hilbijartinê de got:

“Dengê xwe bidin Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye, da ku em rewşa Kerkûkê ya xerab baş bikin û sînorekî ji siyaseta şovenîst re daynin.”

Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê jî diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin lîsteya ‘Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye’.

Rêxistinên siyasî yên Başûr: PDK hewl dide dengê kurdan vala derxe

Tevgera Azadî bang li herkesî kirin ku di hilbijartinê de baldarbin û got: “PDK, Yekgirtî û Komeleya Îslamî hewl didin di hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê de dengê Kurdan vala derxin. PDK’ê ji bo parçekirina dengên Kurd, li gel partiyeke Tirkmenan û Erebên Sunî li Kerkûkê hevkariyê dike. Ji ber vê yekê jî bi îhtimaleke zêde wê gelek dengên Kurdan vala biçin û ev yek jî wê zerarê bide Kurdan.”

Qedera nasnameya Kerkûkê: Hilbijartina encûmenên parêzgehê

Back to top button