Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 175’an de bi koma 35’an bi biryardariyek mezin didome.
Merasîma dewrgirtina koma çalakiyê, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê li Saziya Ciwanan pêk hat
Li ser navê koma 34’an Elî Bilehî tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got:
“Ji bo ku gelê Kurd agahî ji Rêber Apo negirin, hêzên dagirker komployek bê exlaq çêkirin.
Xwestin gel û Rêber Apo ji hev qût bibe, lê ev yek nebû û hîn zêdetir gel bi Rêber Apo ve hate girêdan.”
Elî bang li jin û ciwana kir ku tevlî çalakiyan bibin û got:
“Ji bo ku em agahî ji Rêber Apo bistînin, tevahî çalakî ji bo me rewa ne û divê em bikin.”
Piştî axaftinê koma 35’an nobet dewr wergirt.
Li Mexmûrê çalakiya nobetê ji aliyê koma 34’an ve hat dewirgirtin