Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwer Şêxo: Em ê 4 miliyon dar biçînin

Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwer Şêxo destnîşan kir ku di êrişên dewlrta Tirk a dagirker ên li ser Rojava de, ekolojî wêran bûye.
Her wiha li dijî vê wêranê wê 4 milyon dar deynin.

Êrişên dewleta tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 4’ê Cotmehê didomin.

Rêveberiya xweser vê dawiyê derbarê êrişên dagirkeriya Tirkiyê de raporek amade kir û ji Netewên Yekbûyî re şand.

Di raporê de ev agahî hatibûn parvekirin:

“Dewleta Tirkiyê li 224 herêmên cuda 304 êrîşên hewayî û bejahî pêk anîne.

Dagirkerên Tirkiyê navendên gaz û petrol, santralên ceyranê, stasyonên avê û navendên tenduristiyê hedef girtin.

Her wiha kampên Waşûkanî û Roj ên ku penaber tê de ne û gelek gund, bûn hedef.”

Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwer Şêxo ji Şoreşa Rojava û vir ve li ser pêşxistina wêrankirina jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite.

Zîwer Şêxo diyar kir ku bi êrişên dawî yên dewleta Tirkiye, qirkirina ekolojîk zêde dibe.

Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk anî ziman ku êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser jiyana ekolojîk, ne nû ne û wiha got:

“Ev polîtîka demeke dirêj e tê meşandin.

Li gorî saziyên ekolojiyê, ji bakurê Kurdistanê 108 robar, kanî û çem diherikin rojavayê Kurdistanê.

Ev damarên sereke yên bajaran in, cihên ku mirov hewcedariya xwe ya avê tê de peyda dikin.

Lê ev 108 çavkaniyên avê tim û tim di bin kontrola Tirkiyê de tên qutkirin.”

Zîwer Şêxo: Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe xurtir bikin

Zîwer Şêxo ragihand ku êrîşên hedefgirtina tesîsên avê ne tenê bandorê li mirovan dike, bandorê li xweza û heywanan jî dike.

Ziwer da zanîn ku ev wêrankirina ekolojiyê nayê qebûlkirin û wiha got:

“Em wek Înîsiyatîfê, li dijî wêrankirina ekolojiyê têdikoşin.

Piştî van êrişên dawî me xebatên xwe berfirehtir kir.

Me pêngava çandina 4 milyon dar daye destpêkirin.

Em ê dibistana ekolojiyê vekin û perwredeya wê ya teorî û pratîkî bidin.

Em ê hewl bidin ku pêşî li qirkirina li ser axa xwe bigirin.”

Back to top button