Bedran Ozturk: Kurdistan gav bi gav bi destê PDK’ê tê dagirkirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî derbarê hevkariya PDK’ê a bi êrîşên dagirkeriyê re diyar kir ku
PDK pêşengtiya dijminatiya gelê kurd dike. Ji ber wê yekê gotineke PDK’ê ya têkildarî gelê kurd bibêje nemaye.

Bedran Ozturk diyar kir ku PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe bûye amûrê polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê.

Ozturk, destnîşan kir ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê li ser bingeha dijminatiya gelê kurd ava bûye û PDK jî bûye hevparê wan û pêşengtiya dijminatiya gelê kurd dike.

Ozturk da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ne PKK’ê ye, û da xuyakirin ku armanca wê hebûna gelê Kurd û PDK jî bi vê hevkariya xwe êrîşên dagirkeriyê rewa dike.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk herî dawî anî ziman ku PDK’bi vê helwesta xwe rûyê xwe yê rast derxist holê û got, yên ku piştevaniya dagirkerên Kurdistanê bikin dijminê gelê kurd in.

Back to top button