Artêşa Tirk nuqteyên leşkerî yên din li Cebel El-Zewiyê ava kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên leşkerî li herêma Idlibê zêde dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk cihekî leşkerî yê din li ser girekî stratejîk li devera Cebel El-Zawiyê ya başûrê Idlib ava kir.

Cihê leşkerî ya nû li ser girê Til Bedran yê nêzî gundê Kensefrê hat avakirin.

Çavdêriyê da zanîn ku hejmara cihên ku artêşa Tirk a dagirker li Idilbê ava kiriye, 73’ê ne.

Li aliyê din, çavdêriyê diyar kir ku çeteyan deverên hêza hikumeta Şamê yên li gundwarê bakurê Laziqiyê û başûrê Idlibê topbaran kir.

Di encamê leşkerekî hikumetê hat kuştin.

Back to top button