Michael Rubin: Tirkiye penaber û çeteyên ji Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tine

Berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin got ku Tirkiye hewil dide ku Kurdên li bakurê Sûriyê cih û warên derxîne û li şûna wan Erebên Sinî bi cih bike.

Lêkolîner û rayedarê berê yê Pentagonê Michael Rubin di Kovara ‘The National Interest’ a Amerîkî de derbarê sûcên Tirkiyê li herêmê nivîsî.

Rubin diyar kir ku Tirkiye çeteyên ji Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Rubin diyar kir ku Erdogan penaberên li Tirkiyê ji bo destpêkirina şerekî demografîk li dijî kêmneteweyên din bi kar tîne.

Rubin got ku Tirkiye nasnameya Tirkî dide Erebên Sinî yên li kampan, ji bo li herêmên wekî Hatay û herêmên Kurdan yên Bakurê Kurdistanê bi cih bibin.

Michael Rubin: Tirkiye hewl dide ku li şûna Kurdên li bakurê Sûriyê Erebên sinî bi cih bike

Michael Rubin da zanîn ku dewleta Tirk di şerê dawiyê yê li Qerebaxê de heman stratejiya di şerê Sûriyê de bi kar anî.

Berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin destnîşan kir ku TirkiyE dixwaze Kurd û kêmneteweyên din li bakurê Sûriyê derxîne û li şûna wan Erebên Sinî bi cih bike.

Back to top button