
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên Eyn Îsa, Tiltemir, û Şerayê didomîne. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewdana çeteyan a ketina depoyên genim ên gundê Um El-Kêf têk bir.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li gundê Qasimiyê û Reşîdiyê yên navçeya Til Temirê hewl dan ku bikevin depoyên genim ên gundê Um El-Kêf ê 5 km dûrî rojavayê navçeyê ye.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, bersiva êrişan dan û şer qewimî.
Çeteyên dewleta Tirk neçar man ku birevin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê jî bi dijwarî bombebaran kir.
Duh jî QSD’ê bi daxuyaniyeke diyar kiribû ku dewleta Tirk li xeta Eyn Îsa û Tiltemir amadekariyên şer dike. Bang li hêzên qaşo garantor kiribûn ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.