Partiya Alternatîf a Almanî bang li hikûmetê kir ku dijî Tirkiyê rabe

Partiya Alternatîf a Ji Bo Almanyayê bang li hikûmetê kir ku siyaseta xwe ya razîkirina Tirkiyê bi dawî bike.

Partiya Alternatîf a Ji Bo Almanyayê ku partiyek çepgir e beriya çend rojan projebiryarek bi sernavê “Rawestandina siyaseta razîkirina Erdogan” pêşkêşî parlementoyê kir.

Di projebiryarê de hat diyarkirin ku Tirkiye bandoreke xurt li welatiyên Alman yên Tirk dike û şêxên tundrew ji Tirkiyê tên şandin.

Hat gotin ku bi rêya alîkariya Ewropa ya darayî ya di çaroveya “Tifaqa Penaberan” de piştgirî ji rêjîma Erdogan re hat dayîn ji bo ku aboriya xwe xurt bike û siyaseta xwe ya dijber bidomîne.

Hat diyar kirin ku Tirkiyê di dema Erodogan de sînorên xwe berfireh kiriye, ev jî ewlehiya Sûriye, Yûnanistan, Qibris û Ermenistanê xira dike.

Di projebiryara Partiya Alternatîf de daxwaz ji hikûmeta Almanyayê tê kirin ku siyaseta xwe ya razîkirina Tirkiyê bi dawî bike û bibe hêzeke sereke li dijî Tirkiyê.

Back to top button