komîteya şopandinê civîna xwe ya yekemîn li Hesekê li dar xist

Komîteya Şopandinê ya di encama lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê de hatiye avakirin, bi armanca nîqaşkirina encamên kongreyan, civîna xwe ya yekemîn li Hesekê li dar xist.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê piştî 13 civînên ku li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna gelek kesayetên welatparêz û muxalif li dar xistin, di 25`ê Mijdarê de li Hesekê Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xist.

Di encama kongreyê de, 17 biryar û avakirina komîteyekê ku ji 16 endaman pêk tê, hate dayîn.

Ev Komîte wê biryar û mekanîzmaya pêkanîna biryarên kongreyê bişopîne.

Di vê çarçoveyê de, îro li bajarê Hesekê Komîteya Şopandinê bi tevlêbûna 16 endamên xwe yên ku nûnertiya tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, civîna xwe ya 1’mîn pêk anî.

Di civînê de tevî endamên komîteyê, Femandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdê, Hevseroka MSD’ê Emîna Omer, Hevserokê Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Mihbaş jî, beşdar bûn.

Civîn ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdê û Hevseroka MSDê Emîna Umer ve hate birêvebirin, paşê civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Komîteyê bi armanca pêkanîna biryaran û derbaskirina kêmasiyan, mekanîzmaya karê komîteyê û belavkirina erkan li ser endamên wê, nîqaş kir.

Hevseroka MSDê Emîna Umer derbarê civînê de, ji televizyona me re axivî û diyar kir ku di yekem civîna komîteya şopandinê de wan 17 xalên sereke yên ji kongreya 25ê mijdarê derketine nirxandin.

Her weha ji bo şopandina pêkanîna biryaran 3 komîteyên Ewlekarî, Aborî û rêveber hatin damezirandin. Bi riya van komîteyan re, erk li ser endamên komîteyê hatin parvekirin.

Di civînê de her wiha biryar hate dayîn ku komîte ji niha û şûnde ji bo xebatên mehane civînan lidar bixe û raporan nîqaş bike.

Back to top button