Parêzerê Rêber Apo Mahmût Şakar derbarê komplo û tecrîdê de axivî

Yek ji parêzerên Rêber Apo Mahmût Şakar û parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik derbarê sedem û encamên komplo û tecrîda li ser rêber Apo axivîn û gotin:
Meşa Azadiyê ya ji bo rêber Abdullah Ocalan îradeya gelê kurd nîşan dide.

Yek ji parêzerên Rêber Apo, Mahmût Şakar li ser komplo, sedem û encamên tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin axivî.

Parêzer Mahmût Şakar diyar kir ku komplo bandorê li ser jiyana hemû kurdan dike.

Mahmût Şakar: Tecrîda li ser Rêber Apo berdewamiya komloyê ye

Mahmût Şakar, tecrîda li ser rêber Apo û astengkirina hevdîtinan pêre ev nirxandin kir:

“Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, berdewamiya komployê ye.

Niha perdeyeke reş kişandine di navbera me û Îmraliyê û em nizanin bê ka çi dibe.

Bi qasî ku paradîgmaya birêz Ocalan di nava gelan de belav bibe, dê têkoşîna li dijî tecrîdê jî bêhtir navneteweyî be.”

Mahmût Şakar: Divê Ocalan wek siyasî û hiqûqî were berdan

Parêzer Mahmût Şakar derbarê bertekên ku li Îmraliyê tên nişandan jî wiha got:

“Dînamîkeke baş derket holê. Heke ev were domandin dê tevlîbûna pêngava azadiyê zêdetirbe.

Heke ku azadiya Ocalan ketibe rojeva gelan, ev encama vê têkoşînê ye.

Divê Abdullah Ocalan hem wek siyasî hem wek hiqûqî azad be.”

Her wiha Mahmût balkişand ser meşa Mezin a Azadiyê û ev nirxandin kir:

“Meşa azadiyê bi moraldayîn dom dike.

Bi rojeva rast a gelê kurd dimeşin û ji ber ku kirine rojeveke sereke ya gelê kurd, pir girîng e.

Kurd dê bi vê rojevê meşa xwe bidomînin, ji ber ku ev mijar ji bo kurdan mijara hebûn û nebûnê ye.”

Parlementerê DEM-Partiyê:meşa azadiyê vîna gelê Kurd nîşan dide

Di heman çarçoveyê de parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik jî têkildarî tecrîdê, axivî.

Sirri Sakik diyar kir ku pêşketineke ku demokratîkbûnê nîşan bide tune ye û got:

“Gel piştgirî da Meşa Azadiyê û careke din îradeya xwe nîşan da. Gel li dijî tecrîdê daxwazên xwe qîriyan.”

Parlamenter Sirri Sakik diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hem li dijî qanûnên hiqûqî yên Tirkiyeyê ye û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Sakik destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd hatiye asta cîhanî.

Back to top button