Abha Bhaiya: Emê hesabê sûcên li dijî mirovahiyê bipirsin

Li gelek aliyên cihanê daxwaza azadiya Rêber Apo bilind dibin.
Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên navdar û dostên Kurdan daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.
Her wiha modela Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo weke modeleke çareseriyê dibînin û piştgiriya vê yekê dikin.

Di asta cîhanê de xwedîderketina kesayetên nav û deng û dostên kurdan ji bo Rêber Apo didomin.

Yek ji wan Nûnera Tevgera Berxwedana Mîlyarekê ya Hindistanê Abha Bhaiya di serî de Rêber Apo banga serbestberdana hemû kesên xwedî fikir, çalakvan, rojnamevan, jin û mêr ên ku rûmeta jiyana mirovan, adaletê bê rawestan dixebitin kir.

Abha Bhaiya nêrînên xwe wiha anî ziman:

“Em hemû ji bo daxwaza serbest berdana fîlozof, nivîskar û çalakvan Abdullah Ocalan li wir in.

Kurdan ji bo avakirina demokrasiyeke federal-bêdewlet ava bikin têkoşîna xwe yê şoreşgerî didomînin.

Em bi wan re di nava hevgirtinê de ne.”

Her wiha Bahaiya bang li her kesî kir ku hesabê sucên li dijî mirovahiyê werin pirsîn da ku hemû parlamentoya cîhanê deng û daxwaza hevpar bibihizin.

Westerheim: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pir girînge

Her wiha Seroka Komîsyona Welatiyên Yekîtiya Ewropa-Tirkiyê Kariane Westerheim jî balkişand rola Rêber Apo li aştiya cihanê ev tişt bilêv kir:

“Em ji bo sala 25’emîn a dîlgirtina Abdullah Ocalan li wir kom bûne.

Li heremê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û lêgerina aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pir girînge.

Di serî de hikumeta Almanyayê gelek dewletên Ewropayê 25 sal berê destûr nedan Ocalan li Ewropayê bimîne.

Biryara wan hişt ku Ocalan ji azadiya xwe bê par bimîne, di heman demê de bûye sedem ku li Kurdistanê tundî zêde bibe û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bide.”

Kariane Westerheim diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT’yê xwedî berpirsyariya hevpar in ku vê bê edaletiya dîrokî sererast bikin.

Ogmunder Jonasson: Divê aştiyê re şens bê dayîn

Wezîrê edaletê ya Berê yê Îzlandayê û Endamê Şandeya Îmraliyê Ogmunder Jonasson jî daxwaz kir ku civaka navneteweyî dev ji piştgiriyê dagirkeriya Tirkiyê re berde û wiha got:

“Em ji bo daxwaza rawestandina êrîşên ku li her çar beşên Kurdistanê tê kirin li vir in.

Ew ne tenê ji bo Kurdan bi sûd be, di heman demê de pêdiviya Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê heye.

Daxwaza me ew e ku ji aştiyê re şens bê dayîn.”

Rosso Roberto: Fikir û armanca nû li ger serok Ocalan dibînin

Serokê Komeleya Çand a Punto Rosso Roberto Mapelli bal kişand ser Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo pêşxistiye û got:

“Mafê mirovan a xwe parastinê heye. Xwedî mafe ku di nava aştiyê de bijî.

Ji ber vê pêwîste awayê fikirandina nû û armanceke nû were pejirandin.

Em vê fikir û armanca nû li gel Serok Ocalan dibînin.

Ocalan dihêle ku em hîn pêşdetir biçin.

Konfederalîzma Demokratîk ku Ocalan tîne ziman bingehekî wekheviyê ava dike.”

Di konferansa Parlamentoya Ewropayê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Back to top button