Beriya Biden, McGurk serdana Riyadê kir

Serokê DYA Biden, wê li rojhilta navîn geştekî berfireh pêk bîne.
Beriya sedana Biden a hefteya bê, koordînatorê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rojhilata Navîn Brett McGurk li Erebistana Siûdî ye.

Malpera Axios a Amerîkî li ser mijarê da zanîn ku serdana Serokê Amerîka Jeo Biden ku dê ji nûve têkiliyên bi Erebistana Siûdî re bi rêxistin bike, wek hestiyariya dîplomatîk û siyasî tê dîtin.

Wê Biden bi welîhadê Erebistana Siûdî mîr Mihemed Bin Selman re bicive.

Lê ji bo tedbîrên dawîn ên serdanê ku wê 15’ê Tîrmehê li dar bikeve, koordînatorê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rojhilata Navîn Brett McGurk li Erebistana Siûdî ye.

Piştî serdana Îsraîl û Xezayê, Biden wê bi balafirê yekser ji Til Avîvê berê xwe bide Cîdeyê.

Di serdana de, Biden wê bi serokên Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Kiwêt, Qeter, Uman, Misir, Urdin û Iraqê re bicive.

Li keleka wê jî wê Biden bi rêveberên siûdî re civîneke dualî li dar bixe.

Di civînê de li ser sererastkirina têkiliyan, pêdiviya DYA’yê bi zêdekirina derxistina petrola Erebistana Siûdî û gavên normalîzakirina têkiliyên Riyad û Tahranê werin nîqaşkirin.

Back to top button